Pêla nû ya şandina karwanên eskerî yên artêşa Tirkiyê bo sînorê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304048-pêla_nû_ya_şandina_karwanên_eskerî_yên_artêşa_tirkiyê_bo_sînorê_sûriyê
Erkantiya fermandetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê karwanekî eskerî ku ji qereqol û navendên eskerî yên curbicur ên Tirkiyê pêk hatiyeو bi kelûmelên eskerî yên pêşketî şandine sînorên Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2019 13:25 Asia/Tehran
  •  Pêla nû ya şandina karwanên eskerî yên artêşa Tirkiyê bo sînorê Sûriyê

Erkantiya fermandetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê karwanekî eskerî ku ji qereqol û navendên eskerî yên curbicur ên Tirkiyê pêk hatiyeو bi kelûmelên eskerî yên pêşketî şandine sînorên Sûriyê.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê televîzyona NTV`yê, hêzên çekdar ên Tirkiyê pêleka nû ya şandina karwanê eskerî û çek û sîlehan bo sînorên navbera Sûriyê û Tirkiyê destpê kiriye ku di vê çarçovê de, karwanekî eskerî ku pêk hatiye ji qereqol û navendên eskerî yên curbicure Tirkiyê, bi çek û sîlehên pêşketî hatine şandin bo Sînorên Sûriyê.

 Ev karwana eskerî li navça sînorî ya Onçopînara parêzgeha sînorî ya  Kilîsê bi cih bûye û li gor lêzanînan bona xurtkirina yekînên eskerî yên artêşa Tirkiyê li operasyona muhtemel ser beşa rojhilata  Firatê hatine şandin bo navça sînorî.

 Hebûna trimbêlên zirixî yên pêşketî yên ku bi qutkirina sîgnalên radyoyî pergal bûne, li vê karwanê eskerî, bala medyayên curbicur kişandiye.