Gotinên balkêş ên dîplomatê Imaratê derbarê armanca opêrasyona li derdora Trablosê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304024-gotinên_balkêş_ên_dîplomatê_imaratê_derbarê_armanca_opêrasyona_li_derdora_trablosê
Dîplomatekî imaratî ragihand ku armanca pevçûnên li derdora paytexta Lîbîyê şarê Trablosê, kutakirina hejmonîya Qeter û Tirkîyê li vê deverê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2019 15:30 Asia/Tehran
  • Gotinên balkêş ên dîplomatê Imaratê derbarê armanca opêrasyona li derdora Trablosê

Dîplomatekî imaratî ragihand ku armanca pevçûnên li derdora paytexta Lîbîyê şarê Trablosê, kutakirina hejmonîya Qeter û Tirkîyê li vê deverê ye.

Wî dîplomatê imaratî di hevpeyvîna digel Kanala CNN a Amerîkayê de ragihand: Armanca pevçûnên li derdora paytexta Lîbîyê şarê Trablosê di navbera hêzên ser bi Serokê Civata Serokatîya Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê Faiz Serac û hêzên nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê di bin fermandetîya Xelîfe Hefter da, kutakirina hejmonîya Qeter û Tirkîyê li vê deverê û rawestandina piştgirîyên ji milîtanên di bin fermana Ixwan ul Muslimînê da ye.

Di vî halî da Kanala CNN`ê ji zarê çavkanîyekî herêmî ragihand ku Erebistan û Imaratê nêzî 200 milyon Dolar alîkarî dane Hefter jibo serdestîya li Trablosê.

Berî vîya NY jî ragihand ku Imaratê di salên buhurî de nêzî 100 panzêr dane hêzên Hefter û alîkarî daye Artêşa Netewî ya Lîbîyê jibo damezirandina baregeha hewayî ya Xadim li başûra Trablosê.

Dewleta Tifaqa Netewî berî vîya Imarat bi piştgirîya ji leşkerên hefter û binpêkirina qedexeya çekên navnetewî tawanbar kiribû ku ew tawanbarkirin nemaze piştî amadekirina raporên têkildarî êrişên balafirên bêfirokevan ên Imaratê ser Trablosê ket rojevê.

Wezîrê Rawêjkarê Wezareta Karên Derve ya Imaratê Enwer Qerqaş berî vîya li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî ku li Lîbîyê ewlewîyet têkoşîna dijî têrorîsmê û garantîkirina istiqrara dayimî ye.