Qedera hilbijartinên Stenbolê yê sibê were kivşkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304015-qedera_hilbijartinên_stenbolê_yê_sibê_were_kivşkirinê
Berbijêrê AKP`ê bo Serokatîya Şaredariya Stenbolê ragihand ku diqewime Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê sibê encamên hilbijartinên Istenbolê eşkere bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2019 12:59 Asia/Tehran
  • Qedera hilbijartinên Stenbolê yê sibê were kivşkirinê

Berbijêrê AKP`ê bo Serokatîya Şaredariya Stenbolê ragihand ku diqewime Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê sibê encamên hilbijartinên Istenbolê eşkere bike.

Berbijêrê AKP`ê bo Serokatîya Şaredariya Stenbolê Binelî Yildirim got: " Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê lêkolîn li ser doz û nerazîbûnên AKP û MHP`ê yên derbarê encama hilbijartinên Stenbolê de kiriye û bi baweriya min sibê yê biryara di vî warî de bê dayînê. Biryara dawîyê ya Desteya Bilind a Hilbijartinan e, ji ber ku merceê biryardana têkildarî hilbijartinan e. Divê her kes pêbendê biryarên wê be."

Şaredarê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ser bi CHP`ê jî têkildarî nerazîbûnên AKP+MHP`ê kir û ew nerazîbûn karekî nemaqûl zanîn û got: Meriv tenê dikare himberî wan bikene.

AKP û MHP`ê amajeyî sextekarîyan di hilbijartinan de kirine lewma dixwazin ku encamên hilbijartinên şaredarîyan li Stenbolê bên îbtalkirinê û hilbijartin careka din bê lidarxistin.