Erdogan êrişa balafirên Rejîma Siyonîst ser ofîsa ajansa Anadolu şermezar kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva borî li ser rûpela xwe ya twîtterê ew êrişa balafirên Rejîma Siyonîst ser avahiya ofîsa ajansa Anadolu ya Tirkiyê li zîvala Xezayê şermezar kir.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser rûpela xwe twîtterê ew êriş şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye û Ajansa Anadolu tevî vê êrişê dev ji agahkirina xelkê cîhanê derheq terorîsm, zilm û cinayeta Îsraîlê ûli Xezayê û erdên din ên filistîniyan ber nade.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu jî êrişa balafirên Rejîma Siyonîst ser avahiya ofîsa ajansa Anadolu ya Tirkiyê li zîvala Xezayê şermezar kir û eva mînaka nû ya desdirêjiya siyonîstan û cinayeta wan li dijî mirovatiyê da zanîn.
Wezareta Şêrr a Rejîma Îsraîl îdia kir ku şervanên rêxistina Filistînî ya Hemasê, avahiya ku ofîsa ajansa Anadolu ya Tirkiyê tê de bû, wek baregeh bikar dianîn, ji ber wê jî wan ew avahî bordûman kirin.
Balafirên artêşa Rejîma Îsraîlê şeva borî li Xezayê avahiya ofîsa ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê ku 8 qatî bû dan ber 5 mûşekan û ew wêran kir.