Sê leşkerên Tirkiyê li Colemêrgê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303998-sê_leşkerên_tirkiyê_li_colemêrgê_hatin_kuştin
Li başûra rojhilata Tirkiyê, li Colemêrgê, di encama êrîşa bi hawanan a PKKê da sê leşkerên Artêşa Tirkiyê hatinê kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2019 05:46 Asia/Tehran
  • Sê leşkerên Tirkiyê li Colemêrgê hatin kuştin

Li başûra rojhilata Tirkiyê, li Colemêrgê, di encama êrîşa bi hawanan a PKKê da sê leşkerên Artêşa Tirkiyê hatinê kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Li gor  IRIB Newsê Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand,  li başûra rojhilata vî welatî, li Colemêrgê, di encama êrîşa bi hawanan a PKKê li dijî artêşa Tirkiyê da sê leşkerên Tirkiyê hatinê kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di daxuyaniyek nivîsî de ragihand ku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di vê daxuyaniya xwe de herwiha ragehand, endamên PKKê bi hawanan êrişî bingeheke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kirine û di encamê de, sê leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Herwiha di daxuyaniyê da hatiye gotin piştî bûyerê senger û pêgehên PKKê hatine bombebarankirin û bi piştevaniya hêzên asîmanî li deverê operasyon hatiye destpêkirin.