Erdogan: Divê hilbijartinên Stenbolê îbtal bibe û were nûkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303997-erdogan_divê_hilbijartinên_stenbolê_îbtal_bibe_û_were_nûkirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan îdia dike di hilbijartinên Stenbolê de sextekariyên mezin hene vêca divê ew were îbtal kirin û ji nû ve hilbijartin cih were.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2019 05:24 Asia/Tehran
  • Erdogan: Divê hilbijartinên Stenbolê  îbtal bibe û were nûkirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan îdia dike di hilbijartinên Stenbolê de sextekariyên mezin hene vêca divê ew were îbtal kirin û ji nû ve hilbijartin cih were.

Li gor raporteka Ajansa Anadolûyê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan gotiye divê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê zû biryarê bide, gumanên li ser xwe rake û wijdana gel jî aram bike ku gel daxwaza nûkirina hilbijartinê dike. Herwiha Erdogan îdia kiriye vê carê ji sindoqan çi derkeve wê razî bibin.

Herwiha Erdogan gotiye di hilbijartinên Stenbolê da lîstikek pir zirav û sextekarî heye. Erdogan wiha axivîye: “Ez wek serokê partiya xwe divê xwedî li îradeya gel derkevim. Ferqa 28 hezar daket 13 hezaran û ew jî nîşaneya sextekarî ye. Erdogan îdia kir ku xelkê Tirkiyê dibêjin, divê ev hilbijartin were nû kirin. Heta niha min dengê xwe dernexist. Lê êdî bes e. Divê em careke din biçin dengdana gel, çi derket bêjin ser seran û serçavan. Divê Komîsyona bilind biryar bide û gumanên li ser rake û wijdana gel jî aram bibe."

Partiya serdest a AKPê li cem Komîsyona Bilind a Hilbijartinan şikayet kiriye ku bila ji nû ve hilbijartin li Stenbolê were lidar xistin û biryare ev komîsiyona ku li bin bandora hikûmeta AKPê ye sibê di vê barê de biryarê bide. 

Li hilbijartina şaredariyan a Stenbolê namzedê CHPê, Ekrem Îmamoglu bi 15 hezar dengan zêdetir ji namzedê partiya serdest a AKPê Bînalî Yildirim, serket. Partiya serdest a AKPê ev encama hilbijartinê qebûl nekir.