Mehek zîndana takekesî bi sûcê hebûna wêneyê Selahedîn demîrtaş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303984-mehek_zîndana_takekesî_bi_sûcê_hebûna_wêneyê_selahedîn_demîrtaş
Çengîz Ak Kaya, Serokê zindanî yê Teşkîlata Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ya parêzgeha Sparta ya Tirkiyê bi sûcê hebûna wêneyekî Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê û zindanî yê HDP`ê di destê wî da, Rêvebirê Zîndana Tîpa E ya Spartayê cezaya meheke zîndana takekesî jê re kivş kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2019 13:17 Asia/Tehran
  • Mehek zîndana takekesî bi sûcê hebûna wêneyê Selahedîn demîrtaş

Çengîz Ak Kaya, Serokê zindanî yê Teşkîlata Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ya parêzgeha Sparta ya Tirkiyê bi sûcê hebûna wêneyekî Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê û zindanî yê HDP`ê di destê wî da, Rêvebirê Zîndana Tîpa E ya Spartayê cezaya meheke zîndana takekesî jê re kivş kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Dîwarê, Li gorî agahiyên bidestketî ji parêzerê Çengîz Ak Kaya, Serokê zindanî yê Saziya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li parêzgeha Sparta ya Tirkiyê bi sûcê pêrebûna wêneyekî Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDP ku niha di zindanê da ye, ji aliyê Zîndana Tîpa E ya Spartayê cezaya mehekê zindaniya takekesî lê hatiye birrîn.

Hakan Ecîven, Parêzerê Çengîz Ak Kaya derbarê pêvajoya lêkolînê ku ji aliyê zindanê têkildarî muwekilê wî pêk hatiye, got: Ji ebr ku wêneyekî Selahedîn Demîrtaş ku wî ji rojnameyê birriye û li kêleka textê wî hatiye dîtin, bi sûcê "propagandaya jibo komên têrorîst" cezaya înzibatî lê birrîne. Li pey nerazîtiya me ev ceza hatiye betalkirin û piştî wê yekê, cezaya mehekê zindaniya takekesî lê hatiye birrîn. Hîn bersiva  nerazîtiya me di vî warî da nehatiye dayînê.