Serokê CHP`ê: Desthilatdar jibo ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîya Istenbolê her karekî dikin
Serokê Partîya Komarxwaz a gel (CHP) ragihand: Kesên ku li Tirkîyê desthilat girtine destê xwe, jibo ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîya Istenbolê her komployekê dikin.
Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyet çapa Tirkîyê, Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu got: Mijara hilbijartinên şaredarîya Istenbolê giheştîye xalekê ku ji çarçova hilbijartinên vî şarî derketîye û veguherîye mijara bijartina dêmokirasîyê yan wêdadayîna wê.
Serokê CHP`ê amajeyî nerazîbûn û gilînameyên AKP`ê yên bi merema ibtalkirina encama hilbijartinên şaredarîya Istenbolê kir û got: Endamên Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê divê hegerên ku derdayîyên hilbijartinên şaredarîya Istenbolê bi awayekî neqanûnî hilêdixin, ret bikin.
AKP`ê piştî işkesta di hilbijartinên 31`ê Adarê li Istenbol û Enqerê, idia kir ku sûcên organîzekirî di wan hilbijartinan de hatine kirinê û bi hezaran kesên ne xwedîyê mercên dengdayînê, dengê xwe dane.
AKP herwiha di halekî da duyemîn daxwaza xwe jibo ibtalkirina encamên hilbijartinan hilêdixe ku berbijarê serketî yê CHP`ê Ekrem Imamoglu hikmê xwe wergirtye û bûye şaredar jî.