26 kes ji kadroyên Hêza Deryayî ya Artêşa Tirkiyê hatin girtinê
26 efserên Hêza Deryayî ya Artêşa Tirkiyê bi tawana têkilliya digel Koma Gulen hatin girtinê.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Di dewama lêkolînên li ser darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkiyê, Dozgeriya Enqerê bi dayîna biryarekê, fermana girtina 29 kes ji efserên erkdar ên hêzên deryayî yên vî welatî da.
Li nav van kesan serhengekî Hêza Deryayî ya Artêşa Tirkiyê jî heye.
Ji dema darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an ya li dijî dewleta Tirkiyê va heta niha, bi dehan hezar kes bi tawana têkilliya digel koma Gulen li vî welatî hatine girtin û derdora 120 hezar kes jî ji şol û karên dewletê hatine derxistin.
Dewleta Tirkiyê îdia dike ku Fethullah Gulen bi bandora li nav rêxistinên dadwerî, perwerdehî û erkanên dewletê, darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an organîze kiriye.
Lê; welatên ewropî û partiyên dijberê dewleta Tirkiyê, dewleta vî welatî tawanbar kirine ku darbeya serneketî jibo safîkirina dijberên xwe yên siyasî bi kar tîne.