Asta zamê li Tirkiyê jorda çû
Rêxistina Estatîstîka Dewletî ya Tirkiyê bi weşandina raporekê ji zêdebûna pîvana asta zam anku Înfilasiyonê li beşa berhemêner û bikarêneran xeber da.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Li gorî rapora Rêxistina Estatîstîka Dewletî ya Tirkiyê, asta zama 12 mehî li vî welatî di dawiya meha Nîsana 2019an di asta bikarêner da gihîştiye sedî 19,5ê û di asta berhemêneran gihîşte sedî 30.12ê.
Li gorî vê raporê, biha kelûpel û xizmetan li Tirkiyê ji destpêka sala 2019an va di asta bikarêneran da sedî 4 û di asta berhemêneran da sedî 5.18ê zêde bûye.
Zêdebûna asta zamê li Tirkiyê li halekî ye ku beriya viya Berat Albayrak Wezîrê xizînedarî û heyitiyê yê Tirkiyê soz dabû ku ewê bi cihanîna hin siyaset û tedbîran, asta zamê li Tirkiyê bînin xwarê û yejhejmarî bikin.