Vekirina dosîyeyên nû yên nerazîbûna himberî encamên hilbijartinên Istenbolê
May 03, 2019 12:15 Asia/Tehran
Dozgerîya Istenbolê jibo hilkolandin û şopandina pişkeke din a gilînameyên AKP`ê, 32 dosîyên cida vekirin.
Dozgerîya Istenbolê ji Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê raporên hejmartina dengên bazineyên Maltepe, Ataşehîr û Kadikoyê û herwiha nasnama çavdêr û berpirsên wan bazineyana xwestîye.
Dozgerîya Istenbolê hevgavê vê yekê, di çarçova hilkolandina gilînameyên têkildarî encamên hilbijartinan de, zêde ji 100 kes bo dayîna îfadeyan vexwendin.
Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê bi hegera nerazîbûnên berdewam ên AKP`ê hela encama teqil a hilbijartinên şaredarîyan li Istenbolê ranegihandine.
Berbijarê opozosyonê Ekrem Imamoglu di hilbijartinên 31`ê Adarê de li bazineya Istenbolê himberî berbijarê AKP`ê ser ket û bû şaredar.