Tirkîye dijî derbê û destwerdana leşkerî li Venezuelayê derket
May 02, 2019 14:00 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê wek berteka himberî alûgurên vê dawîyê yên Venezuelayê ragihand ku Enqere dijî derbê û destwerdana leşkerî li welatan e.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anaduloyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu li civîneke çapemenîyê li Enqerê ragihand ku pirsgirêkên Venezuelayê divê bi gotûbêj û hevkarîyê bên çareserkirinê.
Rêberê neyarên Venezuelayê Juan Guaidó pêr li peyameke vîdyoyî ji alîgirên xwe û hêzên çekdar ên vî welatî xwest ku dijî Serokomarê qanûnî yê Venezuelayê Nicholas Madoro dest bi şoreşa biçekan bikin lê, leşkerên venezuelayî ji wê daxwazê pêşwazî nekirin û derbeya biçûk a Guado û hevpeymanên wî pêrgî işkestê bû.