Ihtimala hilweşîna Hevalbendîya Cimhûrê li Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303923-ihtimala_hilweşîna_hevalbendîya_cimhûrê_li_tirkîyê
Li Tirkiyê, gengeşeyeka zêde li ser egera helweşandina Hevpeymaniya Cumhûr tê kirin. Berpirsên AKP`ê, paşeroja wê hevpeymaniyê bi encamên hilbijartinên şaredariya Stenbolê ve girê didin, ku CHPê bi piştevaniya dengên Kurd serkeftin bidest xistiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2019 11:20 Asia/Tehran
  • Ihtimala hilweşîna Hevalbendîya Cimhûrê li Tirkîyê

Li Tirkiyê, gengeşeyeka zêde li ser egera helweşandina Hevpeymaniya Cumhûr tê kirin. Berpirsên AKP`ê, paşeroja wê hevpeymaniyê bi encamên hilbijartinên şaredariya Stenbolê ve girê didin, ku CHPê bi piştevaniya dengên Kurd serkeftin bidest xistiye.

Rêkeftina li gel MHPê û pêkanîna hevpeymaniya Cumhûr bandor li ser siyseta AKP`ê hebû. Peywendiyên di navbera AKP û MHP`ê de derz lêketiye û egera helweşandina hevpeymaniya Cumhûr bûye mijareke germ a Tirkiye.

MHP`ê derbarê daxwaza Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP`ê Recebp Teyîb Erdogan bo pêkanîna  “Rêkeftina Tirkiye” nîgeran e. Ji aliyekî din ve, bi sedema hebûna dengoya sazkirina partiyek nû li Tirkiye , ji aliyê wan berpirsên pêşî yên AKP`ê ve, ku endamên damezrêner di nav de hene û rexneyên tund li siyaseta AKP`ê digirin, partiya Erdogan dixwaze siyaseta xwe biguhere.

Bi dawîbûna hevpeymaniya Cumhûrê, AKP`ê bi tena xwe nikare projeyasayên li partlamentoya wî welatî derbas bike, û pêwîstiya wê bi piştîvaniya partiyek din heye.