Berteka Tirkiyê li hemberî rapora komîsiyona azadiyên dînî ya Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303904-berteka_tirkiyê_li_hemberî_rapora_komîsiyona_azadiyên_dînî_ya_amerîkayê
Tirkiyê ragihand rapora komîsiyona azadiyên dînî ya Amerîkayê nerast e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2019 16:44 Asia/Tehran
  • Berteka Tirkiyê li hemberî rapora komîsiyona azadiyên dînî ya Amerîkayê

Tirkiyê ragihand rapora komîsiyona azadiyên dînî ya Amerîkayê nerast e.

Li gor rapora îro çarşemê ya IRIB Newsê, Hamî Aksoyî berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxûyaniyekê bal kişande ser rapora komîsiyona azadiyên dînî ya Amerîkayê ku ji endamên grûpa ser bi Fethullah Gulen li nav Tirkiyê wekî ``Misilmanên Sunî yê bin zextûzorê `` nav biriye got. Ev rapora nerast e.

Wî bal kişande ser daxûyaniya hevpare nûnerên kêmaniyên nav Tirkiyê û ragihand: Li daxûyaniya van nûneran hatiye ragihandin ku grûpîn dînî û bawermend li nav Tirkiyê azadin û tu zextûzorek li ser wan tuneye û ev rapora komîsiyona azadiyên dînî ya Amerîkayê bi tamî nedirust e.