Jeffrey û Kalin civiyan
Piştî pêwendiya telefonî, di navbera Erdogan û Trump de, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Di Karên Sûriyê de James Jeffrey seredana Tirkîyê kir û digel Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro Çarşemî 1`ê Gulanê li Enqerê civiya.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû ku mijarên serekî yên hevdîtinên şanda Amerîkî ligel rayedarên payebilind ên Tirkiyê gotûbêja ser rewşa Sûriyê bi giştî, pirsa bakurê Sûriyê, nîgeraniyên Tirkiyê û nehiştina yekcarî ya DAIŞ`ê ne.
Wezareta Derve ya Amerîka derbarê seredana wê şanda Amerîkayê bo Tirkiyê de ragihand: Wê hevdîtinên wan heya 2`yê Gulanê li Tirkiyê berdewam bin, ew ê rewşa Sûriyê ligel berpirsên Enqerê binirxînin.
Şirovekarên siyasî dibêjin ku eger Tirkiye here jêr barê Amerîkayê û ji kirîna Sîstema Berevanîya Mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê poşman bibe, Rûsya wê li Idlib û Efrînê guşarê bixe ser Tirkiyê. Li aliyekî din jî, dibêjin ku eger Tirkiye pêkutîyê ser helwesta xwe kirîna S-400`ê bike, êdî Amerîka wê ti rol û derfetê li Rojhilatê Ferat, nede Tirkiyê.
Di vê çarçoveyê de, Enqere li ber her yek ji Waşinton û Moskoyê, derbarê Sûriyê de li ber durêyekê ye. Li ber vê durêyê, Tirkiye li ser gelek astan pêngavan radike ku destkeftiyên xwe yên li aliyê Rûsyayê biparêze, herwiha xwestek û arizûyên xwe yên li aliyê Amerîkayê jî, li Sûriyê, bidest bixe.
Ji aliyekî ve, Enqere dixwaze Idlib, Efrîn, Cerbalus, Bab, Elraî û navçeyên din ên Şehba û bakurê Sûriyê di destê wê de bin, di vê yekê de jî, nêzîkbûna wê li Rûsyayê girîng e.
Ji aliyê din ve, çavê Tirkiyê li Minbic, deverên Kurdnişîn û rojhilatê Feratê ye. Di vê yekê de jî razîkirina Amerîkayê jê re girîng e, di demekê de, ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê nîşan bi wê yekê daye ku Waşinton nîgeraniya Enqereyê derbarê pirsa ewlehiyê de li ber çavan digire.