Alîkarên Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303886-alîkarên_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_tirkîyê_civîyan
Dewra nû ya rawêjkarîyên sîyasî yên Îran û Tirkîyê bi pişkdarîya Alîkarên Wezîrê Karên Derve yên her du welatan li Enqerê hat lidarxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2019 11:06 Asia/Tehran
  • Alîkarên Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê civîyan

Dewra nû ya rawêjkarîyên sîyasî yên Îran û Tirkîyê bi pişkdarîya Alîkarên Wezîrê Karên Derve yên her du welatan li Enqerê hat lidarxistinê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Ebbas Eraqçî derbarê hevdîtina digel hevtûşê xwe yê tirkîyeyî Sedat Onal de diyar kir: “Têkiliyeke gelek baş di navbera Îran û Tirkiyê de heye. Îro xuleke me ya danûstanên siyasî hebû. Em bi berfirehî di derbarê têkiliyên dualî, herêmî û navdewletî de axivîn, derbarê pirsên herêmî de niha nêrînên herdu welatan zêdetir ji berê nêzîkî hev bûne, ew jî ji bo alîkariya dualî, bi taybetî di warê aborî de em gelek baş kar dikin, em ji bo peydakirina rêçare û mekanîzmên nû kar dikin.”

Seyîd Ebbas Eraqçî piştî hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Sedat Onal re, li Navenda Nêrînên Stratejîk (SDE) beşdarî panêleke têkildarî Îranê bû. Di panelê de jî amaje bi wê çendê hate dan ku welatên Rojhilata Navîn dikarin li hember Amerîkayê yekdeng bin.