Erdogan: Bêyî Tirkiyê projeya F-35`ê dê têk biçe
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku bêyî Tirkiyê projeya F-35`ê dê têk biçe.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan li Pêşangeha Pîşeya Berevaniyê ya IDEF19`ê got: "Di pîşesaziya berevaniyê de ji projeyê heta çêkirinê di her warî de em gav bi gav ber bi armancên xwe ve diçin û li pêş dikevin. Tirkiye çawa di warên siyasî, dîplomatîk û aboriyê de zextan qebûl nake, di warê pîşesaziyê de jî qebûl nekiriye û dê qebûl jî neke."
Erdogan bi gotina wê yekê em hewl didin balafira xwe ya şêrr çêbikin, dîyar kir: “Îro Tirkiye di mijara firokeyên biçek û bêçek de li dinyayê êdî bûye serdest. Di dîrokê de me di nav kîjan hevpeymaniyê de cih girtibe, me gorî rêkeftina hevpeymaniyê serederî kirîye, û çi hewce kiribe me kiriye. Wek mînak ji bona ewlehiya sînoran çi pêwist be me ji hevalbendên xwe xwestiye. Mixabin di vî warî de daxwaza me bi cih nehatiye yan jî astengî hatine derxistin."
Erdoga di beşeke din a axaftina xwe de got: "Projeya F-35`an a ku Tirkiye di nav de nebe wê bi temamî têk biçe."
Di dema bihorî de Amerîkayê hişyarî dabû Tirkiyê û ragihandibû ku eger Tirkiye sîstema berevanîya mûşekî ya S-400`ê ji Rûsyayê bikire, wê demê ew firokeyên F-35 nafiroşe wî welatî.
Di projeya çêkirina firokeyên cengê yên F-35`ê de, welatên Amerîka, Brîtanya, Keneda, Australya, Îtalya, Hollanda, Norvec, Danmark û Tirkiye hevbeş in.