Çavûşoglu: Em jibo berfirekirina peywendîyên ticarî yên digel Iraqê hewil didin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Enqere jibo jordabirina asta hevkarîya digel Iraqê ya di warên ticarî û sermayeguzarîyê de hewil dide.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di hevdîtina digel rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê de pêgirî ser girîngîya vekirina derîyê sînorî yê Ofakoyê li rojavaya derîyê sînorî yê Xabûrê kir û got: Wî derîyê sînorî dê gellek qazanc jibo Herêma Kurdistana Iraqê hebin.
Niha tenha derîyê sînorî yê guncav jibo danuistandina ticarî di navbera Tirkîye û Iraqê de derîyê sînorî yê Xabûrê ye.
Rayedarên Iraq û Tirkîyê rêkeitnama vekirina derîyê sînorî yê Ofakoyê jibo cara yekem di sala 2004`an de wajo kirin lê ji ber hin pirsgirêkên navxweyî û nakokîya di navbera her du welatan da a di warê dagirkerîya leşkerên Tirkîyê li hin deverên bakura Iraqê, ew rêketinama hela jî cih nehatîye.