Tirkiye bi avakirina dîwar, Efrînê ji Sûriyê cuda dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303775-tirkiye_bi_avakirina_dîwar_efrînê_ji_sûriyê_cuda_dike
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) avakirina dîwar li derdora Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dike û radigihîne, bi bêdengiya navdewletî û bi alîkariya Rûsyayê perçekirin û dagîrkirina Sûriyê tê rewakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2019 07:06 Asia/Tehran
  • Tirkiye bi avakirina dîwar, Efrînê ji Sûriyê cuda dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) avakirina dîwar li derdora Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dike û radigihîne, bi bêdengiya navdewletî û bi alîkariya Rûsyayê perçekirin û dagîrkirina Sûriyê tê rewakirin.

di daxuyaniyekê de de ragihand, di demekê de ku hewldanên navdewletî ji bo hûnandina destûra Sûriyê ya demkî ya nû tê kirin, Tirkiye rewşê aloz dike û çareseriya siyasî asteng dike.

TEV-DEM dibêje, Tirkiye kiriyarên qirkirin, guhertina demografîk û guhertina nasnameya Kurdî ya Efrînê dike û dixwaze wê vediguherîne beşek ji Tirkiyê. Bi vê yekê hemû qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî binpê dike.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, Tirkiye bi lêkirina dîwaran hewl dide Efrînê tevlî sînorê dewleta Tirkiyê bike û Efrînê ji Sûriyê veqetîne. Tirkiye dixwaze senaryoya Qibrisê û Lîwa Îskenderonê dubare bike.

TEV-DEM rexneyê li helwesta Rûsyayê digire û dibêje, divê Rûsya berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî li hember kiryarên Tirkiyê rabe.