115 çekdarên Tirkiyê bi tawana endamtiya li nav koma Gulen hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303746-115_çekdarên_tirkiyê_bi_tawana_endamtiya_li_nav_koma_gulen_hatin_girtin
115 çekdarên din li Tirkiyê roja Îniyê bi tawana têkilliya digel Koma Gulen li vî welatî hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2019 05:23 Asia/Tehran
  • 115 çekdarên Tirkiyê bi tawana endamtiya li nav koma Gulen hatin girtin

115 çekdarên din li Tirkiyê roja Îniyê bi tawana têkilliya digel Koma Gulen li vî welatî hatin girtin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ev girtin piştî wê yekê pêk hatin ku Dozgeriya Giştî ya Stenbûlê biryara girtina 210 çekdaran ji wan pênc serhengên artêşa Tirkiyê bi tawana têkilliya digel Koma Fethullah Gulen da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 55 çekdar li bajarê Stenbûlê û 60 kesên din li navçeyên din ên vî welatî girtin.

Mehkemekirin û girtina welatî û çekdarên Tirkiyê bi tawana endamtiya li nav Koma Gulen û desthebûna di darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an li Tirkiyê bûye pêvajoyeke asayî û normal li vî welatî.

Dewleta Tirkiyê îdia dike ku Fethullah Gulen bi bandora li nav rêxistinên dadwerî, perwerdehî û erkanên dewletê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an organîze kiriye.

Lê; Welatên ewropî û partiyên dijberê dewleta Tirkiyê  dewleta vî welatî tawanbar kirine ku darbeya serneketî jibo safîkirina dijberên xwe yên siyasî bi kar tîne.