Li Stenbolê fermana girtina 210 fermande û efserên artêşê hat dayîn
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, fermana girtina 210 fermandeyên pilebilind, efser û serbazên artêşa Tirkiyê hat dayîn.
Îro danê sibê hêzên asayiş û cendirme yên Tirkiyê li Stenbolê dest bi girtina wan fermande û efser û serbazan kirin ku fermana girtina wan bi tohmeta endamtiya rêxistina Gulen û beşdarî di kûdetaya leşkerî ya havîna 2016 de, hatiye dayîn.
Hejmara wan fermande û efser û serbazên ku fermana girtina wan hatiye dayîn, 210 kes in ku di nav wan de 5 general jî hene.
Dewleta AKPê û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan Fethullah Gulen wek sebebkar û pilankarê sereke yê darbeya şikber û bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane û ev derbeya ji xwe re kir derfet da ku dijberên xwe bi tawana endambûna di nav tevgera Gulen û desthebûna di nav Darbeyê de û herwiha bi tawana endambûna PKKê û piştgiriya ji wê bigire û wan bêxin zîndanan.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.