Erdogan rexne li welatên rojavayê girt û cardin qirkirina ermeniyan înkar kir
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: Roja îro sebebkarên piraniya pirsgirêkan li cîhanê ew welatan in xwe piştgirê mafê mirovan û azadiyê didin nasandin.
Ajansa Anadolu Newsê ya dewleta Tirkiyê duh ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di axivtinekê de bal kişand ser biryara dawiyê ya parlemana Fransayê derheq bifermînaskirina tevkujiya ermaniyan bi destê tirkên Osmanî û got: Kesên ku hewl didin bi mesela ermeniyan û herwiha mesela xebata li dijî terorîsmê dersa mafê mirovan û demokrasiyê bidin, berî destê wan di nav xwîna mirovan bûye.
Erdogan herwiha got: Roja îro sebebkarên piraniya pirsgirêkan li cîhanê ew welatan in xwe piştgirê mafê mirovan û azadiyê didin nasandin.
Erdogan herwiha got: Sebebkarê qirkirina 800 hezar kes ji xelkê Rwandayê,roja îro di rewşekê de dixebitin dersa bidin dewleta Enqerê ku bi xwe ti tişt ji mafê mirovan nizanin.
Serokomarê Tirkiyê cardin qirkirina milyonek û 600 hezar ermeniyan bi destê dewleta Osmanî di sala 1915 de înkar kir û di vê çarçovê de bi şidet rexne li biryara dawiyê ya parlemana Fransayê derheq bifermînaskirina tevkujiya ermaniyan bi destê tirkên Osmanî girt û ji dewleta Ermenistanê xwest ji bo zelalbûna bûyerên sala 1915 arşîvên wê salê biweşîne.