Rûsya di Tîrmehê de mûşekên S-400 teslîmî Tirkîyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303688-rûsya_di_tîrmehê_de_mûşekên_s_400_teslîmî_tirkîyê_dike
Ajansa Reutersê ji zarê kompanîya dewleta Rûsyayê ya derfirotina çekan Rosoboronexport ragihand ku Rûsya wê di meha Tîrmehê de dest bi radestkirina sîstema berevanî ya S-400 ji Tirkîyê re bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2019 09:57 Asia/Tehran
  • Rûsya di Tîrmehê de mûşekên S-400 teslîmî Tirkîyê dike

Ajansa Reutersê ji zarê kompanîya dewleta Rûsyayê ya derfirotina çekan Rosoboronexport ragihand ku Rûsya wê di meha Tîrmehê de dest bi radestkirina sîstema berevanî ya S-400 ji Tirkîyê re bike.

Serokê Rosoboronexport Alexander Mikheev gotiye ku her du alî ji mêjve ser her tişt li hev kirine.

Herwiha Amerîka gefa boykotkirin û cezakirina Tirkîyê xwaribû û diyarkiribû ku ger Tirkîye peymana bi Rûsyayê re îbtal neke û mûşekên S-400 wergire, wê balafirên F-35 nede Tirkiyê. 

Beramber helwêsta Amerîkayê Tirkiyê jî pir caran gotibû ku divê kirîna S-400an ji Rûsya nebe cîhê xemê jiber ku ew ne dijmina Amerîka ye û her dilsoza hevalbendîya NATOyê ye.

Peymana kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê di Kanûna 2017 navbera Tirkiyê û Rûsyayê îmza bû.

Berdevkê wezareta parastinê ya Amerîkayê Charles Summers di press kinferansekê de diyar kir: Kirîna mûşekên S-400 ji Tirkiyê re duhatên xirab heye.