Li Meletiyê 41 kes hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303683-li_meletiyê_41_kes_hatin_desteserkirin
Li bajarê Meletî yê deverên kurdî li Tirkiyê 41 kesên ku derbarê wan de ji ber sedemên curbicur biryara girtinê hebû, hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2019 07:23 Asia/Tehran
  • Li Meletiyê 41 kes hatin desteserkirin

Li bajarê Meletî yê deverên kurdî li Tirkiyê 41 kesên ku derbarê wan de ji ber sedemên curbicur biryara girtinê hebû, hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Meletiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tîmên Rêveberiya Şaxa Asayişê di operasiyona nasîn û pîşkinînê de ya di navbera rojên 15 heya 21ê Nîsanê 41 gumanbar xistibûn berçavan de, ev, 41 gumanbarana desteser kirin.

Di nava kesên hatine destserkirin de yên ku bi biryara dadgehê ceza xwaribûn jî hebûn.

Ew kesên hatin desteserkirin piştî karûbarên wan ên qanûnî bo dadgehê hatin şandin.

Dewleta AKPê û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan Fethullah Gulen wek sebebkar û pilankarê sereke ya darbeya şikber û bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an da nasandin û ev derbeya ji xwe re kir derfet da ku dijberên xwe bi tawana endambûna di nav tevgera Gulen û desthebûna di nav Darbeyê de û herwiha bi tawana endambûna PKKê û piştgiriya ji wê bigire û wan bêxin zîndanan.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.