Pêkhatina beryeke nû ya neyaran himberî AKP`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303675-pêkhatina_beryeke_nû_ya_neyaran_himberî_akp_ê
Rojnama Yeniçagê di meqaleyekê ser navê `` Dawûdoglu bi awayekî fermî bû reqîbê Erdoogîn da pêkhatina beryeke nû ya neyarên AKP`ê li Tirkîyê nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2019 17:44 Asia/Tehran
  • Pêkhatina beryeke nû ya neyaran himberî AKP`ê

Rojnama Yeniçagê di meqaleyekê ser navê `` Dawûdoglu bi awayekî fermî bû reqîbê Erdoogîn da pêkhatina beryeke nû ya neyarên AKP`ê li Tirkîyê nirxand.

Orhan Oguroglu nivîskarê vê meqalê dinivîse: Ev gotina Ehmed Dawûdoglu serokê berê yê AKP`ê û Serokwezîrê berê yê Tirkîyê ku goit `` partîya me nikare bikeve destê komeke berjewendîxwaz de`` nîşan dide ku bûye reqîbê sereke yê Receb Teyîb Erdogîn. Piştî 16 salan yekem pêngava neyarîya himberî Erdogîn ji hêla Dawûdoglu va hat rakirinê. Piştî konfiransa wî li Enqerê berdewam ev nirxandina dikeve mejîyê mêriv ku Dawûdoglu an yê bibe serokê partîyekê yan jî dê partîyeke nû damezirîne. Dawûdoglu bi van gotinan nîşan da ku dijî serokomartîya hizbî û sîstema tekkesî ya encama wê li Tirkîyê ye. Bi vî awayî AKP`ê di hivdehemîn sala hikimdarîya xwe da pêrgî hereketa sîyasî ya neyar a Dawûdoglu dibe. Dawûdoglu xitabî endamên AKP`ê re wiha got: Ez hemî rêvebir, alîgirên emekdar, fidakar û rewşenbîr ên partîyê vedixwînim ligorî aqil û vîna hevpar jibo kivşkirina pêşeroja me ya hevpar em destê xwe bidin hev. Îro roja sekinîna himberî hev a aqilê dewletê, şerefa mirovantîyê û wîjdanê gel e.