McGurk: Armanca Tirkiyê ne dabînkirina ewlehîyê belkî berfirekirina sînorên vî welatî ye
Nîsan 23, 2019 13:36 Asia/Tehran
Kovara Almanî Der Spiegel, amara kiryarên leşkerên Tirkiyê û têrorîstên ser bi wê yên salekê li bajarê Efrinê belav kir.
Der Spiegel balê dikêşe ser daxûyaniyên nûnerê taybet ê Serokomarê Amerîkayê yê berê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ`ê de Brett McGurk û radigihîne: Armanca Tirkiyê ne ewlekariya sinorê wê ye, Erdogan dixweze sinorên welatê xwe berfireh bike.
Li gorî heman kovarê, gelek şandên navdewletî yên serbixwe xwestine biçin serdana Efrinê bikin, lê Tirkiyê destûr nedaye wan.
Der Spiegel dibêje: Tirkiyê li Efrînê xwandina bi zimanê kurdî rakirîye, navên cade û kolanan kirine Tirki. Gorrên Ezdiyan hemû tarûmar kirîne û zordariyek mezin li ser jinan heye.