Fermana girtina 50 eskerên Tirkiyê li Enqerê hat dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303607-fermana_girtina_50_eskerên_tirkiyê_li_enqerê_hat_dayînê
Dogeriya giştî ya Enqerê, hikmê girtina 50 eskerên Tirkiyê bi tawana hevkariya bi koma Gulen, tawanbarê darbeya bê encam a Tîrmeha 2016`an re da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2019 15:34 Asia/Tehran
  •  Fermana girtina 50 eskerên Tirkiyê li Enqerê hat dayînê

Dogeriya giştî ya Enqerê, hikmê girtina 50 eskerên Tirkiyê bi tawana hevkariya bi koma Gulen, tawanbarê darbeya bê encam a Tîrmeha 2016`an re da.

 Li gorî rapora rojnama  Huriyetê,35 kesji  derecedarên ku girtina wna  ji vê sibê destpê bûye ji hêzên li halê xizmetkirinê yên  hêza bejahiyê ya Tirkiyê ne û 15 kes ji wan jî vê adwiyê teqawut bûne.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.

 Di hemen demê de kanala televîzyonî ya NTV`yê, Mîtê( serwîsa îtixbaratî ya Tirkiyê) raghand ku çar kes ji endamên PKK li bakurê Iraqê girtine û bo mehkemekirinê şandine Tirkiyê.

 PKK zêde ji 30 salan e ku li dijî hikûmeta navendî ya Tirkiyê şêrê çekdariyê dike.