AKP`yîyê êrişî Serokê CHP`ê kiribû, dê ji wê partîyê were dûrxistinê
Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê Umer Çelîk ragihand ku kesê êrişî serokê CHP`ê kiribû, AKP`yî ye û daxwaza derxistina wî ji AKP`ê jibo Komîteya Inzibatê hatîye şandinê.
Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê Umer Çelîk ragihand ku kesê êrişî serokê CHP`ê kiribû, Osman Sarigûn û endamê AKPê ye û daxwaza derxistina wî ji AKP`ê jibo Komîteya Inzibatê hatîye şandinê.
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Silêman Soylu jî êrişa ser Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu şermezar kir û ji gel xwest ku ser hemdê xwe bin.
Wezîrê Dadwerîya Tirkîyê Evdilhemîd Gul jî got: Em dê rê nedin bûyerên bi vî rengî derbê li sîyaseta dêmokiratîk a Tirkîyê bixin.
Şayanî gotinê ye ku hejmarek pişkdarên merasima definkirina Yener Kirikci li şarê Çubûkê ser bi parêzgeha Enqerê ku di encama êrişa endamên PKK`ê li sînorê vî welatî û Iraqê de hatibû kuştinê, wekî berteka himberî hevkarîya CHP û HDP`ê di hilbijartinan de, duh êrişî Kiliçdaroglu kirin.