4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303541-4_leşkerên_tirkiyê_hatin_kuştin_û_6_jî_birîndar_bûn
Di şerê di navbera artêşa Tirkiyê û endamên PKKê de li navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 21, 2019 07:44 Asia/Tehran
  • 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn

Di şerê di navbera artêşa Tirkiyê û endamên PKKê de li navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li navçeya Çelê ya ser bi bajarê Colemêrgê yê Kurdistana Tirkiyê di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de derket û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ev bûyer piştrast kir.

Şer li devera Serîverî ya navbera Çelê û Geverê derket ku dikeve ser sînorê navbera  Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de derketiye û 4 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn, piştî wî şerî, ew navçeya sînorî bi tundî hat topbaran kirin û operasyon berdewam e.

Heta niha PKKê ti zanyarî derbarê wî şerî de belav nekiriye û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ew navçeya ku şer li derketiye diyar nekiriye