Demirtaş: Hilbijartinên şaredariyan ji bo Erdogan peyameke giring bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303529-demirtaş_hilbijartinên_şaredariyan_ji_bo_erdogan_peyameke_giring_bû
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş encamên hilbijartinên şaredariyan ji bo HDP`ê weke serkeftinê dibîne û dibêje tevî guvaşên hikûmetê, HDP`ê serkeftineke mezin bidest xist û vê hilbijartinê ``peyameke giring`` jî ji bo Receb Teyîb Erdogan bi nav dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2019 14:23 Asia/Tehran
  • Demirtaş: Hilbijartinên şaredariyan ji bo Erdogan peyameke giring bû

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş encamên hilbijartinên şaredariyan ji bo HDP`ê weke serkeftinê dibîne û dibêje tevî guvaşên hikûmetê, HDP`ê serkeftineke mezin bidest xist û vê hilbijartinê ``peyameke giring`` jî ji bo Receb Teyîb Erdogan bi nav dike.

Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demirtaş di gotarekê de ku ji bo rojnameya Washington Post`ê nivîsîye, dibêje: “Hilbijartinên şaredariyan peyameke giring bûn ji bo desthilata Tirkiyê û bi taybet ji bo Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan.”

Demirtaş wiha dibîne ku AKP`ê di hilbijartinan de şikest xwar û dibêje, partiya Serokomarê Tirkiyê 5 şaredariyên mezin ji dest dan, di nava wan de Stenbol jî heye ku Erdogan ji wir dest bi proseya xwe ya siyasî kiribû.

Demirtaş diyar dike ku bi hezaran endamên HDP`ê û di nava wan de ew jî, ku diviyabû di proseya siyasî de beşdar bin, ji ber sedemên siyasî di zindanê de ne û hêzên ewlekariyê berdewam astengiyê ji wan re çêdikin, tevî ku piraniya endamên HDP`ê ``terorîst`` hatine binavkirin, lê partiya wî di hilbijartinên dawiyê de, hêza xwe nîşan da.

Hevserokê berê yê HDP`ê derbarê pêvajoya aştiyê de jî dibêje, PKK guh nade ti kesî ji xeynî Ocalan, ji ber vê yekê baştir e bêjin ku ti pêvajoyeke aştiyê bê Ocalan ser nakeve, Demirtaş di wê baweriyê de ye ku hemû xelkê Tirkiyê ne tenê alîgirên HDP`ê, daxwaza aştî û demokrasiyê dikin, desthilata takekesî red dikin û hêvî dikin ku Erdogan vê yekê fêm bike, eger na dê hilbijartinên bê, bibin dawiya wî.

Selahattin Demirtaş ji civaka navdewletî daxwaz kir ku hana Tirkiyê bide da ku li ser rêya demokrasiyê û aştiyê bimeşe. Demîrtaş got, HDP û Kurd berdewam ji bo aştiyê amade ne û ew di wê baweriyê de ye ku dê ser kevin û welatekî bihêz û demokratîk û xwedî aboriyeke bihêz ava bikin.