Enqerê bertek nîşanî hevdîtina Serokomarê Fransayê digel desteyeke Kurdên Sûrîyê da
Nîsan 20, 2019 12:39 Asia/Tehran
Berdevkê Wezaeta Karên Derve ya Tirkîyê hevdîtina Serokomarê Fransayê digel desteyeke Kurd-Erebên bakura rojhilata Sûrîyê şermezar kir.
Berdevkê Wezaeta Karên Derve ya Tirkîyê Hamî Aksoy amajeyî hevdîtina Serokomarê Fransayê digel desteyeke Kurd-Erebên bakura rojhilata Sûrîyê li Parîsê kir û got: "Hevdîtina Emanoel Macron digel desteyeke YPG-PYD`ê bi wateya piştgirîya Fransayê ji vê koma têrorîst e ku ligorî bawera wî pêngaveke nadurist bûye û digel peywendîyên hevpeymanan nagunce".
Berdevkê Wezaeta Karên Derve ya Tirkîyê pêgirî kir: "Enqere jibo garantîkirina ewlehîya xwe her pêngava pêwîst dê rake".
Serokomarê Fransayê di meha Adarê de jî bi rêvebirên Kurd ên Sûrîyê re civîyabû û piştgirî dabû komên kurd ên bakura Sûrîyê.