Çavdêriya saziya serokkomariya Tirkiyê ser ajansa Anatoliyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303498-Çavdêriya_saziya_serokkomariya_tirkiyê_ser_ajansa_anatoliyê
Gor peymannameyekî 5 salî çavdêrî, serûberdan, bûdce û xebata hêzên pispor yên ajansa Anatoliyê kete destê saziya serokkomariya Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2019 14:44 Asia/Tehran
  • Çavdêriya saziya serokkomariya Tirkiyê ser ajansa Anatoliyê

Gor peymannameyekî 5 salî çavdêrî, serûberdan, bûdce û xebata hêzên pispor yên ajansa Anatoliyê kete destê saziya serokkomariya Tirkiyê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Gor peymannameyekî 5 salî di navbera serokê peywendiyên saziya serokatiya Tirkiyê û ajansa Anatoliyê, çavdêriya ser xebat, serûberdan, bûdce û çawaniya xebata hêzên pispor yên vê ajansê kete destê saziya serokkomariya vî welatî.

Li gor agehdariyên ber dest, li kêlega çavdêriya hemû layî ya ajansa Anatoliyê ku ketiye destê saziya serokkomariya Tirkiyê herwisa ev saziya çarçûveyên sereke û netewî yê vê ajansê jî kifş dike.

Ev peymanama li halekê hatiye girêdayîn ku telivîzyona fermî ya Tirkiyê yanî TRT`ê jî di bin çavdêriya saziya serokkomariya Tirkiyê daye.