Abdullah Gul: Min jiber xeletiyan hişyarî dabûn AKPê
Serokomarê Berê yê Tirkiyê Abdullah Gul got: Wî berê jî, jiber xeletiyan AKPê hişyar kiribû, niha ew ne berpirsê şikestinên wê ye.
Yêk ji damezrênerê AKPê û Serokomarê berê Abdullah Gul derbarê rewşa dawî ya AKPê da axivî û got: “Wî ti astengî li pêşiya serkeftina AKPê dernexistine, ew fêm nake, çima wî wek berpirsê windakirina AKPê dibînin.
Parlamenterekî AKPê berî du rojan beşdarî televizyonek kurdî bûbû û gotibû: Abdullah Gul, sinûrên xwe derbaz dike, rastiyan nabêje û derewan dike.”
Gul bersiva rexneyên nûnerê AKPê da û got: “39 km ez bi dûrbinê ber xwe didim AKPê û wan jiber xeletiyên wan hişyar dikim. Min berê jî gelek caran hişyarî dane wan, lê guhnedan hişyariyên min.”
Abdulah Gul, di derbarê Hilbijartinên Stenbolê de, rexne kiribûn û paşê, serkeftina Ekrem İmamoglu namzedê CHPê pîroz kiribû.
Li aliyê din demeke dirêj e behsa wê yekê tê kirin ku wê Abdullah Gul ligel wezîrên berê yên Tirkiyê partiyeke nû ava bike.