Tirkiye: Îran navbênkariyê di navbera Sûriye û Tirkiyê de nake
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin nûçeyên belavbûyî derheq vê yekê ku Îran navbênkariyê di navbera Sûriye û Tirkiyê de dike, red kirin.
li gor IRNAyê, Kalîn bi redkirina nûçeyên belavbûyî derheq navbenkariya Îranê di navbera Şam û Enqerê de got: Seredana vê dawiyê ya wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bo Enqerê ti pêwendiyeke xwe bi navbenkariya Îranê di navbera Şam û Enqerê de tine.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê herwiha diyar kir ku ti pêwendî û têkeliyek di navbera rayedar û dewletên Tirkiyê û Sûriyê de tine.
Serdan û hevdîtinên Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Sûriyê û Tirkiyê bû sedem ku hin çavkaniyên nûçeyan ji zarê hin kesan bi navê karzan îdia bikin ku Zerîf li sefera xwe ya Şamê bi serokomarê Sûriyê Beşarl Esed û berpirsên hikûmeta Sûriyê re ser pêwendiyên bi Tirkiyê re û navbeynakariya navbera du welatan re gotûbêj kiriye.
Wan çavkaniyan herwiha îdia kirin ku wezîrê derve yê Îranê piştî gihêştina Enqerê û gotûbêja bi rayedarên tirk re di civîna rojnamegeriyê ya li gel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavusoglu de ragihand ku wî 2 peyam ji Şamê bo Enqerê anîne. Wan îda kirine ku ev du peyam ev in; li bakura Sûriyê girtina rê li ber hêzên Kurdî û hevkariya Enqere û Şamê di vê mijarê de ye. Ya din jî li gorî rêkeftina Îdlibê paqijkirina rêxistinên tundrew e.
Piştî vê yekê berdevkê wezareta derve ya Îranê seyd Ebas Mûsewî nûçeyên hin medyayan li bara naveroka hevdîtina Zerîf û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan red kirin û got ku Zerîf ti peyamek ji aliyê serokomarê Sûriyê ji bo Erdona nebiriye.
Tirkiyê ji dema despêbûna krîza Sûriyê li sala 2011 heya niha tekiliyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re qut kirin û li hemberî vê yekê bi terorîst û dijberên hikûmeta Sûriyê re hevkarî kir û alîkariya wan kir.