Tirkiye ji deverên dagîrkirî yên Sûriyê dernakeve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303482-tirkiye_ji_deverên_dagîrkirî_yên_sûriyê_dernakeve
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku welatê wî ji deverên bakura Sûriyê yên ku li bin kontrola wê ye dernakeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2019 08:13 Asia/Tehran
  • Tirkiye ji deverên dagîrkirî yên Sûriyê dernakeve

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku welatê wî ji deverên bakura Sûriyê yên ku li bin kontrola wê ye dernakeve.

IRIB Newsê, îro ragihand ku berdevkê serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin daxwazên derheq derketina ji deverên dagîrkirî yên bakura Sûriyê û dayîna wan bo hikûmeta navendî ya Sûriyê red kirin û got: Enqere dixwaze rewşa heyî li deverên kontrolkirî yên wek Efrîn, Cerablus û El-Babê biparêze.

Kalîn cardin xwest ku li bakura Sûriyê devera ewleh ya bin kontrola Tirkiyê pêk were û di vê rewşê de li ser derketina hêzên amerîkî ji nav Sûriyê pêgîrî kir.

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komên terorîst yên ku navê Artêşa Azad li wan kiriye bi henceta ji navbirina komên terorîst û yên kurd ên Sûriyê gelek deverên axa Sûriyê dagîr kirine û her roj li bara binpêkirina mafên mirovan û talakirin û dizîna milk û malên xelkê li deverên hanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên pêre nûçeyên nû belav dibin.

Di vê rewşê de Tirkiye şandina çek û sîlahan ji aliyê Amerîkayê ve bo komên kurd wek piştgiriya ji terorîsmê dide zanîn û dixwaze ku ev kara were rawestandin.