Erdogan rexneyên derheq rewşa aborî ya Tirkiyê red dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303479-erdogan_rexneyên_derheq_rewşa_aborî_ya_tirkiyê_red_dike
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan raporên medya welatên rojavayê derheq abor û êkonomiya welatê xwe rexne kirin û bernamên xwe yên aborî kêrhatî û baş dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2019 07:15 Asia/Tehran
  • Erdogan rexneyên derheq rewşa aborî ya Tirkiyê red dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan raporên medya welatên rojavayê derheq abor û êkonomiya welatê xwe rexne kirin û bernamên xwe yên aborî kêrhatî û baş dan zanîn.

Duh pêncşemê televîziyona APTN ragihand ku Erdogan raporên medya welatên rojava derheq xirabûna rewşa aborî li Tirkiyê red kirin û ev medyana tawanbar kirin derheq abora Tirkiyê ku dibêjin ber bi têkçûn û hilweşiyanê diçe derewan dikin.

  Ev gotinên serokomarê Tirkiyê di rewşekê de ne ku belavoka îngilîzî ya Financial Times`ê vê dawiyê ragihandibû ku banka navendî ya Tirkiyê bi standina deynên demkurt hewldaye bervedaniya xwe ya diravên dereke zêde û bihêz bike . Ev mesela bû sedema çêbûna fukaran di nav Tirkiyê de.

Piştî ku Financial Times`ê ev rapora xwe weşand dîsa sedî 2 nirxê Lîra Tirkiyê li hemberî Dollara Amerîkayê daket .

Erdogan îdia dike ku hîn jî abora Tirkiyê bi hêz e, di vê rewşê de ew dibêje ji ber ku ji edalet û penaberan diaxive û rewşa heyî li vê barê de rexne dike, Tirkiye ketiye ber şerê aborî.