Ekrem Îmamoxlûyê CHP'î bi fermî bû Şaredarê Istenbûlê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303445-ekrem_Îmamoxlûyê_chp'î_bi_fermî_bû_Şaredarê_istenbûlê
Ekrem Îmam Oxlûyê berendamê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) jib şaredariya Istenbûlê bi biryara Konseya Bilind a Hilbijartina Tirkiyê bi awayê fermî bû şaredarê Istenbûlê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2019 04:36 Asia/Tehran
  • Ekrem Îmamoxlûyê CHP'î bi fermî bû Şaredarê Istenbûlê

Ekrem Îmam Oxlûyê berendamê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) jib şaredariya Istenbûlê bi biryara Konseya Bilind a Hilbijartina Tirkiyê bi awayê fermî bû şaredarê Istenbûlê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Ekrem Îmam Oxlûyê CHP'î roja Çarşemiyê bi amadebûna li navenda dadweriyê ya Istenbûlê, hikmê bidestxistina Şaredariya Istenbûlê ji Ş wergirt.

Ev di rewşekê da ye ku Elî Ijsan Yawûz, Alîkarê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li nav nûçegihanan ragihand ku vê partiyê bi raberkirina daxwaza fermî bo Ş, daxwaza lidarxistina dubare ya Hilbiajrtinê li Istenbûlê kiriye.

Ekrem Îmam Oxlû îdiaya AKP ya derbarê sextekariya di hilbijartina 31ê Adarê da wek komployekê dizane û gotiye ku Partiya serdest anku AKP ji hema roja yekem da di hilbijartinê da ser neketiye.

AKPê di hilbijartina 31ê Adara 2019an a Tirkiyê da bi ser ket, lê ev partî li du metropol anku bajarên mezin yanî Enqere û Istenbûlê piştî nêzkî 15 salan desthilat girtibû destê xwe, ser neket.