Parlementera HDPê birîndar bû
Remziye Tosun parlementera parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) û ji alîgirên kurdên vî welatî di xwenîşandana li Diyarbekirê li başûrê rojhilata Tirkiyê birîndar bû.
Xwenîşanderan li Dioyarbekirê roja Çarşemiyê bi nîşamna nerazîtiya li hemberî wêdadayîna hin berbijarên hilbijartî di hilbijartina şaredarî û konseyan da ku roja 31ê Adara 2019an hat lidarxistin, nerazîtiya xwe diyar kirin.
Li gorî rapora France Pressê, Derdora 100 kesan bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara heftiya bhurî ya Komîteya Bilind a Hilbijartina Tirkiyê li Diyarbekirê derketin nav kolanan û xwenîşandan bi rê xistin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê biryar daye ku serketina berendamên ku di pêvajoya safîkirinên siyasî piştî sala 2016an hatibûn wêda dayîn, betal bike.
Li pey darbeya serneketî ya artêşa Tirkiyê ya sala 2016an ku Enqere wê yekê li Fethullah Gulen girê dide, 140 hezar kes ku di sazî û rêxistinên dewletî li Tirkiyê dixebitîn, ji karên xwe hatin derxistin.