Lidarxistina sê dewreyên muzakirê navbera wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê
Wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja çarşemiyê li Enqerê li sê dewereyên muzakirê ser xurtkirina peywendiyên dualî teqez kirin.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê û Mewlûd Çawpûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li van muzakiran, ser dawîn alûgurên Sûriyê û her wiha dawîn alûgurên bernama aborî ya Yekitiya Ewrûpayê bona piştgiriya ji ticareta bi Îranê re şêwirîn.
Zerîf piştî muzakira bi Çawûşoglu re, ji helwestên rayedar û dewleta Tirkiyê bona dijberiya li hember boykotên Emerîkayê li ijî Îranê sipasî kir û got: Xurtkirina hevkariya navçeyî navbera Têhran û Enqerê pêwîst e.
Zerîf bal kişand ser vê eykê ku Îran ji hevkariya kêrhatî bi welatên cîran pêşewzaiyê dike û got: Îran pir giringiyê dide peywendiyên bi Tirkiyê re wek welatê dost û cîranê xwe.
Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî bi gelê Îranê re ji ber rabûna lehiyê hevderdî kir û cardinê dijberiya Enqerê li hember boykotên Emerîkayê li dijî Îranê raghand.
Wezîrê karên derve yê Îranê êvara sêşemiyê bi taximeke siyasî ji Şamê paytexta Sûriyê gihêşt Enqereya paytexta Tirkiyê.
Zerîf siba roja sêşemiyê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Sûriyê re gihêşt Şamê.
Wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed serokkomar, Îmad Xemîs, serokwezîr û Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê re bi awayekî cuda hevdîtin pêk anî.