Lidarxistina sê dewreyên muzakirê navbera wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303431-lidarxistina_sê_dewreyên_muzakirê_navbera_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_tirkiyê
Wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja çarşemiyê li Enqerê li sê dewereyên muzakirê ser xurtkirina peywendiyên dualî teqez kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2019 12:03 Asia/Tehran
  •  Lidarxistina sê dewreyên muzakirê navbera wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja çarşemiyê li Enqerê li sê dewereyên muzakirê ser xurtkirina peywendiyên dualî teqez kirin.

 Muhemed Cewad Zerîf,  Wezîrê karên derve yê Îranê û Mewlûd Çawpûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li van muzakiran, ser dawîn alûgurên  Sûriyê û her wiha dawîn alûgurên  bernama  aborî ya Yekitiya Ewrûpayê bona piştgiriya ji ticareta bi Îranê re şêwirîn.

 Zerîf piştî muzakira bi Çawûşoglu re, ji helwestên  rayedar û dewleta Tirkiyê bona dijberiya li hember boykotên Emerîkayê li ijî Îranê sipasî kir û got: Xurtkirina hevkariya navçeyî navbera Têhran û Enqerê pêwîst e.

  Zerîf bal kişand ser vê eykê ku Îran ji hevkariya kêrhatî bi welatên cîran pêşewzaiyê dike û got: Îran pir giringiyê dide peywendiyên bi Tirkiyê re wek welatê dost û cîranê xwe.

 Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî bi gelê Îranê re ji ber rabûna lehiyê hevderdî kir û cardinê dijberiya Enqerê li hember boykotên Emerîkayê li dijî Îranê raghand.

 Wezîrê karên derve yê Îranê êvara sêşemiyê bi taximeke  siyasî ji Şamê paytexta Sûriyê gihêşt Enqereya paytexta Tirkiyê.

 Zerîf siba roja sêşemiyê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên  Sûriyê re gihêşt Şamê.

 Wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed serokkomar, Îmad Xemîs, serokwezîr û Welîd Muelim wezîrê karên  derve  yê Sûriyê re  bi awayekî cuda  hevdîtin pêk anî.