Komeleyên mafên mirovan li dijî biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkê derdikevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303411-komeleyên_mafên_mirovan_li_dijî_biryara_civata_bilind_a_hilbijartinên_tirkê_derdikevin
Biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê ya nedayîna pesendnameyê bo serokşaredarên HDP yên ku bi Biryarnameyên Di hikmê Qanûnê de jikar hatibûn derxistinê bûye sedema nîqaş û nerazîbûnan. Komeleyên mafên mirovan li dijî vê biryarê derdikevin û dibêjin ev biryareke nehiqûqî ye. Herwiha nûner û berpirsên komeleyan dibêjin divê li van deveran hilbiajrtin ji nû ve bêne lidarxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2019 14:44 Asia/Tehran
  • Komeleyên mafên mirovan li dijî biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkê derdikevin

Biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê ya nedayîna pesendnameyê bo serokşaredarên HDP yên ku bi Biryarnameyên Di hikmê Qanûnê de jikar hatibûn derxistinê bûye sedema nîqaş û nerazîbûnan. Komeleyên mafên mirovan li dijî vê biryarê derdikevin û dibêjin ev biryareke nehiqûqî ye. Herwiha nûner û berpirsên komeleyan dibêjin divê li van deveran hilbiajrtin ji nû ve bêne lidarxistinê.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan ya ÎHD`ê Ozturk Turkdogan li koma nûçegîhanan destnîşan kir ku Lijneya Hilbijartinê li gorî şert û mercên rewşa awarte û li gorî daxwaza desthilatê ev biryara sosret daye.

Wî herwiha got: "Serî de divê Civata Bilind a Hilbijartinan proseya hilbijartinê bi giştî binirxîne. Yanê ji namzediyê heta pesendnamê hemûyan bi hev re binirxîne. Lê ew Civata ji bo namzediyê krîterên cuda, piştî qezenckirinê jî krîterên cuda derdixe. Ev yek tê maneya xefikê. Loma jî biryara Civata Bilind a Hilbijartinan biryareke derhiqûqî ye."

Sekreta Giştî ya Înîsîyatîfa Heqê Fatma Bostan Unsala ku ew yek ji damezrînerên AKP`ê ye û di Îlona sala 2016`an de bi Daxûyanîya Di Hikmê Qanûnê De ji wezîfeya xwe ya akademîsyenîyê hatibû derxistinê jî, dibêje ku ev biryara derbeyek himberî îradeya dengdêran e.

Fatma Bostan Unsal dibêje:"Ligel ku eva biryareke nehiqûqî ye, bêexlaqiyeke siyasî ye jî. Li vir 4-5 standard û hiqûqên cuda hene. Hiqûq ji bo Diyabekirê cuda, ji bo bajarên rojavaya Tirkîyê cuda tên sepandin. Hiqûqeke sabit nîne. Ecêb e kesên bi Daxûyanîya Di Hikmê Qanûnê De ji kar hatine derxistinê dikarin bibin parlamenter lê belê ew kes nikarin bibin serokşaredar."

Li aliyê din Komeleya Mazlum-Derê jî derbarê vê mijarê de daxuyaniyek belav kir û li dijî vê biryarê derket. Abdurrahman Unluyê Serokê Şaxa Enqereyê dibêje, li vir bêhiqûqiyeke cidî heye û îradeya gel hatiye xespkirin, loma divê li van deveran hilbijartin bêne dubarekirin.

Abdurrahman Unlu wiha axivî: "Civata Bilind a Hilbijartinan destpêkê destûrê dide û dibêje tu bo hilbijartinê xwedî şert û merc î. Lê belê piştî ku tê hilbijartin jê re dibêje, tu nikarî bibî serokşaredar. Ev yek tê maneya xespkirinê. Partîya mexdûr nikare yekî din jî bixe dewsa wî kesî. Divîya Civata Bilind a Hilbijartinan hilbijartinan jinûve lidar bixista. Lê ev yeka nekir û mazbata da namzedê rêza duyem."