Bijardeyên AKP`ê bo Stenbolê; Betalkirin an hilbijartinên pêşwext
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303407-bijardeyên_akp_ê_bo_stenbolê_betalkirin_an_hilbijartinên_pêşwext
Encama hilbijartinên Şaredarîyan li Stenbolê diçe ku weke girêyeke bêçareserî bi temamî di rojeva Tirkiyê de cih bigire. AKP jî li hemberî neguherîna encaman, rêbazên heyî ji bo betalkirina hilbijartinan bikar tîne. Betalkirin an jî hilbijartinên pêşwext bo Stenbolê li ser maseya AKP`ê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2019 13:26 Asia/Tehran
  • Bijardeyên AKP`ê bo Stenbolê; Betalkirin an hilbijartinên pêşwext

Encama hilbijartinên Şaredarîyan li Stenbolê diçe ku weke girêyeke bêçareserî bi temamî di rojeva Tirkiyê de cih bigire. AKP jî li hemberî neguherîna encaman, rêbazên heyî ji bo betalkirina hilbijartinan bikar tîne. Betalkirin an jî hilbijartinên pêşwext bo Stenbolê li ser maseya AKP`ê ne.

Li dawîn navçeya Stenbolê ku deng têne hejmartin rojane du caran biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan têkildarî wê navçeyê diguhere.

Lêkolînvan û xwediyê Şirketa Genarê, Îhsan Aslan di derbarê hewldana AKP`ê  bo dubarekirina hilbijartinan de dibêje: “AKP ji destpêkê ve ye bo hemû pirsan behsa demokrasiyê dike û dixweze proseya heyî jî bi rêbazên demokarsiyê encam bidin.”

Lê CHP jî naxwaze destkeftên heyî ji dest bide. Yek dibêje ez ser ketime yê din jî dibêje te deng dizîne. Eger hilbijartin bên dubarekirin tişta ku encamê diyar bike jî helwesta herdû aliyan li beramber welatiyan e.