Akar: S-400 dê tenê ji bo parastina Enqere û Stenbolê be
Nîsan 16, 2019 09:23 Asia/Tehran
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, erkê proja mûşekên S-400 dê parastina Enqere û Stenbolê be.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, projeya S-400 pêwendiyên Enqere û Waşingtonê têk nabe, em ê çareseriyek lihevkirinê peyda bikin.
Herwiha got: Sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 ligel teknîka NATOyê naguncînin û ev dê cuda be. Hêzên me yên netewî jî ku ligel NATOyê kar dikin, naxin nava vê sîstemê.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibêje: Em dixwezin sîstema S-400 tenê ji bo parastina Enqere û Stenbolê werin bikar anînê.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump berî çend rojan dabû xuyakirin, heger Tirkiye sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê bikire, dê rastî dorpêçeke aboriyê were.