Tirkiye li ser pêkanîna devera ewleh li bakura Sûriyê pêgîriyê dike
Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh dîsa li ser pêkanîna devera ewleh li bakura Sûriyê pêgîrî kir.
Li gor IRNAyê, Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li konferansa 37-an a salaneya Konseya Hevkariya Tirkiyê û Amerîkayê (TAÎKê) û Konseya Amerîkî-Turk (ATC) li Waşîngtonê ragihand:Tirkiye û Amerîka mijûlî hilkolandin mesela pêkanîna devera ewleh li bakura Sûriyê ne.
Wezirê Berevaniya Tirkiyê îdia kir ku devera ewleh li bakura Sûriyê ji bo ji holêrakirina dilgiraniyên Tirkiyê derheq ewlehiya wê pêk tê.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dawiya meha Çileyê ragihand ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kiriye deverekê bi panatiya 30 kîlometran li bakura Sûriyê wek devera ewleh pêk were.
Waşîngton û Enqerê îdia kirine ku devera ewleh li bakura Sûriyê ji bo parastina xelkê sivîl û dûrkirina komên terorîst ji sînorên Tirkiyê ye. Lê belê karzanên siyasî û leşkerî bawerin hedefa vê yekê parastina terorîstan e û hedefa Tirkiyê jî çavdêriya ser liv û tevgerên kurdên Sûriyê ye.
Di vê navberê de Busîna Şeban îwirkara siyasîû medyayê ya srokomarê Sûriyê vê dawiyê biryara Amerîka û Tirkiyê ya pêkanîna devera ewleh di nav axa Sûriyê şermezar kir. Rayedarên sûrî bi caran hêzên Tirkiyê û Amerîkayê di nav axa Sûriyê neqanûnî dane zanînê û ji wan xwestine ku leşkerên xwe ji nav axa Sûriyê derxin û dawiyê bidin dagîrkirina vî welatî.