Jordaçûna asta bêkarbûnê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303374-jordaçûna_asta_bêkarbûnê_li_tirkiyê
Rêvebiriya Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê ragihand ku asta bêkarbûnê li vî welatî di heyama yeksala bihurî heta dawiya meha Çileyê de sedî 3.9 zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2019 14:03 Asia/Tehran
  • Jordaçûna asta bêkarbûnê li Tirkiyê

Rêvebiriya Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê ragihand ku asta bêkarbûnê li vî welatî di heyama yeksala bihurî heta dawiya meha Çileyê de sedî 3.9 zêde bûye.

IRNAyê ji zarê Rêvebiriya Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê roja Duşemiyê ragihand ku asta bêkarbûnê li vî welatî di heyama yeksala bihurî ya heta dawiya Çileya 2019`an de gihîştiye sedî 14.7`ê û hejmara bêkaran ji 3 miliyon û 409 hezar kesî di dawiya meha Çileya sala 2018an gihîştiye 4 miliyon û 668 hezar kesî di dawiya Çleya 2019an da.

Ev amar nîşan dide ku asta bêkarbûnê di beşa cotkariyê da sedî 4.1ê zêde bûye.

Li gorî vê yekê, hejmara şolkeran di dawiya Çileya 2019an da 27 miliyon û 157 hezar kes bûye.