Ehmed Turk belgenameya xwe sitand û dest bi karê xwe kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303370-ehmed_turk_belgenameya_xwe_sitand_û_dest_bi_karê_xwe_kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk belgenameya xwe sitand û dest bi peywira xwe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2019 13:17 Asia/Tehran
  • Ehmed Turk belgenameya xwe sitand û dest bi karê xwe kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk belgenameya xwe sitand û dest bi peywira xwe kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ehmed Turk çû Edliya Mêrdînê û piştî 15 rojan belgenameya xwe wergirt.

Ehmed Turk gava derket derve, daxuyanî da û diyar kir ku ew bi îradeya gel hat hilbijartin û wiha pêde çû: “Em dê bi hemû hêz û qeweta xwe bixebitin da ku vê peywirê bi şêweyeke herîbaş û qenc cih bînin. Em dê hemû xebatên xwe bi awayekî zelal û eşkere bi gelê xwe re parve bikin."

Turk paşê derbasî Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê bû.

Turk li wir jî wiha got: "Ji bo ku em layîqî gelê Mêrdînê bibin, çi ji destê me were em dê bikin. Herwiha polîtîka, xebat, kêmgirî û xebatên ku heta niha hatine kirin, em dê temamê wan kontrol bikin. Em dê karên ku hatine kirin, bi gelê xwe re parve bikin. Rêveberî dê zelal û dadmendane be."