Rayedarê Tirkiyeyî: Amerîka hokara gurrbûna qeyrana Rojhilata Navînê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303362-rayedarê_tirkiyeyî_amerîka_hokara_gurrbûna_qeyrana_rojhilata_navînê_ye
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, Amerîka wek hokara gurrbûna qeyrana Rojhilata Navînê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2019 12:21 Asia/Tehran
  • Rayedarê Tirkiyeyî: Amerîka hokara gurrbûna qeyrana Rojhilata Navînê ye

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, Amerîka wek hokara gurrbûna qeyrana Rojhilata Navînê da zanîn.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Ofoq Olotaş, Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Wezareta karên derve ya Tirkiyê li axaftinekê di Nûd û nehemîn Konseya Parlimanî ya NATO'yê li Antalyaya Tirkiyê ji siyasetên berfirehxwaziyê yên vê dawiyê yên Amerîkayê derheqê bifermînaskirina Qudsa Dagirbûyî wek paytexta Israîlê û serdestî û hakimiyeta Israîlê li ser Bilindahiyên Golanê rexne kir û ew wek sebeba bê-ewlehîtiyê li Rohilata Navînê da zanîn.

Wî her wiha got: Ev karê Trump dê dûhatên nerênî jibo Rojhilata Navînê ra bîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 6ê Kanûna 2017an tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên cîhanî û navçeyî ragihand ku Amerîka Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.

Trump her wiha ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xwest ku pêdiviyên veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Beytulmuqedesê dabîn bike.

Quds ji sala 1967an va di bin dagirkeriya Rêjîma Siyonîst da ye.

Trump roja 25ê Adara 2019an jî di hevdîtian digel Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Israîlê li Koşka Sipî fermana "Bifermînaskirijna serdestiya Israîlê li ser Bilindahiyên Golanê" bi fermî nas kir.

Civaka Cîhanî kiryara yekalî û neqanûnî ya dewleta Amerîkayê ya "Bifermînaskirijna serdestiya Israîlê li ser Bilindahiyên Golanê" şermezar kiriye.

Israîlê Bilindahiyên Golanê di şerê "Şeşrojî" ya sala 1967an dagir kirin û di sala 1981ê da xistina wê deverê ser axa xwe ragihand - lê ev kiryar ji aliyê Civaka Cîhanî va bi fermî nehatiye naskirin.