Berteka MHP`ê himber gotinên destwerdanxwazîyê yên rayedarên rojavayî yên dijî Tirkîyê
Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê ji Amerîkayê û hin welatên ewrûpî xwest ku dawî li gotinên destwerdanxwazîyê yên derbarê hilbijartinên vê dawîyê yên Tirkîyê de bînin.
Ligorî rapora Rojnama Hurriyetê, Serokê MHP`ê Dewlet Baxçelî bi gotina vê yekê ku encamên hilbijartinên Şaredarîyan ên Tirkîyê tu têkilîyek bi welatên din re tineye û dîyar kir ku hewildana Amerîkayê jibo destwerdana di encamên van hilbijartinan de, nagihêje tu encamekê.
Serokên MHP`ê ku partîya wî û AKP`ê Hevalbendîya Cumhûrê saz kirine, herwiha got: Ez hela jî ser vê bawerê me ku li bazineya Istenbolê binpêkarîyên ciddî têkildarî sindoqên dengan hatine kirinê.
Amerîkayê û hin welatên ewrûpî wekî berteka himberî nerazîbûna AKP`ê ya derheq encamên hilbijartinên Şaredarîyan li bazineya Istenbolê de ragihandibûn ku qebûlkirina encama hilbijartinan pişkeke demajoya lidarxistina hilbijartinên azad e.