Civata Navendî ya AKP`ê encamên hilbijartinên Tirkîyê hilkolandin
Di civata Navendî ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, ``lawazîya di warê rawêjkarîyê de`` hegera işkesta vê partîyê di hilbijartinên Şaredarîyan û Civatên Gund û Bajêran hat ragihandinê.
Civata Navendî ya AKP`ê ragihand: Rakirina komsyonên navîn ên partîyê ku erka wê hilkolandina şert û mercên berbijaran bû, bû sedema lawazîya di palavtina tam a berbijaran.
Di encama vê civîna Civata Navendî ya AKP`ê de herwiha derket holê ku Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan di warê bijartina berbijarên hilbijartinan de tenê bi alîkarê xwe Mehmed Ozhaskî re rawêjkarî kiribû ku giregirên partîyê ev yeka qebûl nekirine.
Di dewama vê raporê de hatîye ku meseleya din ew e ku Erdogîn giranîya xwe dabû ser karên Serokomarîyê ku vê yekê peywendîya wî digel meqera AKP`ê anegorî berê kêm kir û bû sedema hin nehevdengîyan di rêvebirîya AKP`ê de.