Partîya Seadetê. Divê welatên misilman sîyasetên Amerîkayê yên dijî Îranê şermezar bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303299-partîya_seadetê._divê_welatên_misilman_sîyasetên_amerîkayê_yên_dijî_Îranê_şermezar_bikin
Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê ragihand ku welatên isalmî divê sîyasetên dijî Îranê yên Amerîkayê şermezar bikin û hevgirtina xwe digel miletê Îranê ragihînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2019 03:14 Asia/Tehran
  • Partîya Seadetê. Divê welatên misilman sîyasetên Amerîkayê yên dijî Îranê şermezar bikin

Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê ragihand ku welatên isalmî divê sîyasetên dijî Îranê yên Amerîkayê şermezar bikin û hevgirtina xwe digel miletê Îranê ragihînin.

Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê Temel Karamullaoglu herwiha got: Biryara Serokomarê Amerîkayê ya xistina navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di lîsteya komên têrorîst de, biryareke biteluke û gefeke aşkira dijî welatên navçê û civaka cîhanî ye.

Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê herwiha got: Xistina navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di lîsteya komên têrorîst de û veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê di çarçova komploya Amerîkayê ya jibo damezirandina Rojhilata Navîn a Mezin de bûne, lewma welatên misilman divê dijî van kiryarana ku binpêkirina aşkira ya mafên navnetewî ne, derkevin.

Duh herwiha desteyeke Partîya Vatan a Tirkîyê çû balyozxana Îranê ya li Enqerê û piştgirîya xwe ji gelê Îranê û Sipaha Pasdarên inqilaba Islamî ya Îranê wekî alahilgira têkoşîna dijî têrorîsmê li Rojhilata Navînê ragihand.